Pêngava rizgarkirina Reqayê: Taxa Reşîd bi temamî hat rizgarkirin

61

 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Pêngava  rizgrakirina Reqayê bi hemû hêza xwe didome, şervanên QSD′ê pêşve diçin, rojane serkeftinên mezin bi dest dixin û gavên girîng davêjin.

 

Li taxa Reşîd a dikeve rojhilatê bajêr şer û pevçûn hebûn. Di encamê de tax bi temamî hat rizgarkirin, 8  çete hatin kuştin, BKC, du kalşinkof, du  B7 û du rext ketin destê şervanên QSD’ê.  Her wiha gelek cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.

 

Li taxa Reqaya Kevin jî şer bi hemû hêza xwe dewam dike. Di encamê de 9 çete hatin kuştin û gelek çete jî birindar bûn.

 

li taxa Mensûr jî şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 11 çete hatin kuştin. Erebeyek ku doçka 12-5 li ser barkirî bû, hate rûxandin.

 

Li eniya Rojava jî şer derket. Di encamê de li taxa Mirûr 12 çete hatin kuştin û birindarkirin. Li taxa Nehda jî  3 çete hatin kuştin.