Seroka Giştî ya ESP’ê hate girtin

42

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Çîçek Otlû ku di operasyonên 4'ê Nîsanê yên li navenda Dersimê û 11 navçeyan de li Stenbolê hatibû binçavkirin û piştre birîbûn Dersimê. Piştî 7 rojên binçavkirinê hatibû berdan. Lê belê bi îtiraza dozger di derbarê wê de biryara girtinê hatibû derxistin.

 

Otlû ya ku şevê din li Enqereyê hatibû binçavkirin îro derket pêşberî Edliyeya Enqereyê. Otlû bi SEBGÎS'ê îfade da Edliyeya Dersimê û wiha got; "Vê biryara ku astengkirina li dijî xebatên siyasî ez red dikim"

 

Dadgehê biryara girtina Çîçek Otlû da. Otlû biryar bi gotina 'Ti kesek nikare me teslîm bigre' pêşwazî kir. Her wiha Otlû balkişand li ser rûniştina doza 8'ê Mijdarê û ji kesên ji der ve re got ku 'Ez ji we hes dikim, di meha Mijdarê de emê hev bibînin'

 

Di çarçoveya lêpirsinê de di meha Nîsanê de Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Başak Baydar, Endama DRN a SGDF'ê Beren Atici, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ekber Kaya jî dinav de gelek kes hatibûn girtin.