Wezîrê Parastinê yê DYA serdana Bexda kir

40

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berî ku James Mattis bigihije Iraqê, ragihandibû ku  ewê di serdana xwe de ji bo dewam kirina operasyona li dijî DAIŞ’ê di xaka Iraqê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Parastina Iraqê Irfan El Heyalî bicive.

 

Her wiha James Mattis got: “Piraniya bajarê Mûsilê ji bin destê DAIŞ’ê hat derxistin. Lê ya girîng  dewam kirina operasyona Teleferê ye. Li aliyek jî nerazîbûnek heye ku  wê hêzên Iraqê çawa  kontrola Mûsilê bigrin destê xwe.”

 

Ajansa Nûçeyan a Reutersê li ser zimanê berpirsekî  Amerîkî belav kir ku Mattis bi gihiştina xwe ya Iraqê di xwaze Mesûd Barzanî ji referandûmê vegerîne.

 

Hêjayî gotinêye ku Mattis berî niha li Urdunê bû, piştre gihişt Iraqê, wê tora xwe bi Enqere û Ukrayna dewam bike.

 

(rn)