Tevgera Azadî bi semînerekê Projeya Xweseriya Demokratîk vegot

30

 

 

 

 

BERHEM LETÎF / KELAR

 

Li navçeya Xaneqîn a Diyale, li Hola Qewexaneya Çandî ya Ebdul Mecîl Meclîsa Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê  ya Germiyan  derbarê Xweseriya Demokratîk semînerek saz kir. Di semînerê de Berdevka Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Tara Hisên axivî. Tara Hisên di semînerê de bal kişand li ser projeya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ya derbarê Xweseriya Demokratîk de.

 

Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre Berdevka Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Tara Hisên axivî û got; "Ji bo her sîstemekî ya ji bo rêveberiya Kurdistanê, divê di serî de bi lihevkirina navxweyî, piştre bi lihevkiina netewî di kongreya netewî de ligel beşên din ên Kurdistanê pêk were. Lihevkirinekî ji aliyê, aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ve divê netenê aliyên Başûrê Kurdistanê biryarê li ser bidin, divê hemû beşên Kurdistanê biryarê li ser bide û bi kongreya netewî pêk were."

 

 

 

Tara Hisên axaftina xwe wiha domand; "Me ji bo çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê projeye heye. Ji du qonaxan pêk tê. Qonaxa niha, ji bo bi lez ya çareserkirina pirsgirêkane. Qonaxa duwem jî qonaxekî dûr û dirêje ji bo siberoja welate. Rê li pêşiya planên dijminên Kurdan digre."

 

'Bila ji bo Başûrê Kurdistanê hikûmetekî demkî bê avakirin'

 

 Tara Hisên bal kişand li ser projeya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ya niha û got; "Ji bo niha, me daxwaz kiriye bi çavdêriya Netewên Yekbûyî û UNAMI  hikûmetekî demkî bê avakirin. Ev hikûmeta demkî ji 150 kesan pêk were. Ev 150 kes ne tenê ji nûnerên aliyên siyasî pêk were. Bi hevserngiya zayendî, nûnerên aliyên siyasî û rêxistinên civakî pêkwerin. Ji van 150 kesî 15 kes weke Meclîsa Rêveberina Kar rol bileyîzin. "

 

'Pêwîste di çarçoveya Meclîsa Xwerêveberiya Gel de xwe bi rêxistin bikin'

 

Berdevka Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Tara Hisên derbarê qonaxa wan ya duyem de jî wiha anî ziman; "Pêwîste em ji niha ve li gund, bajarok û bajaran kar bikin ji bo ku gel xwe bi rêxistin bike. Ji bo ku bikarin xwe bi parêzin. Ji bo karasatên weke Şengalê dûbare nebin û komkujî pêk neyên. Pêwîste di çarçoveya Meclîsa Xwerêveberiya Gel de xwe bi rêxistin bikin. Gel bi xwe li ser çarenûsa xwe biryara xwe di warê siyasî, aborî û netewî de bide."