Çar taxên din ên Telaferê hatin kontrolkirin

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro hêzên Iraqî bi daxuyaniyekê kontrol kirina çar taxên din ên li navçeya Telafer a ser bi Mûsilê ve ragihandin.

 

Di daxuyaniyê de Fermandarê Operasyona Wa  Hatîn Nînova Ebdulemîr Reşîd Yarella ragihand ku  hersê taxên Wehde, Muelmîn û Rebîh ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine kontrol kirin.

 

Her wiha li aliyekî din de jî  hêzên dije teror karîne bikevin nava taxa Nîda. Di heman demê de jî Polîsên federal  û Heşdî Şebî  yên girêdayî Tugaya  36 ya zirêpoş Fîrqe ya Zirêpoş a 9’mîn  taxa Cezîre ya li bakurê Telaferê kontrol kirin. Her wiha avahiya peymangeha teknîkî, navenda Polîsên Seraya û avahiya parastina şaristaniya Telaferê kontrol kirine.

 

Navçeya Telaferê ku navçeya herî mezin ya Iraqê ye, du sal  berî niha ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê. Telafer 30 km dikeve rojavayê Mûsilê. Operasyona kontrol kirina Telaferê jî di 20’ê Tebaxê de destpê kiriye û hîna dewam dike.

 

(rn)