Amnesty: Divê demek zû de Zeyneb Celaliyan bê azadkirin

70

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Amnesty di rapora xwe de diyar kir ku divê derman û pêwîstî ji bo Celaliyan bên dayîn û ji bo tedawiya çav jî demek herî zû de bê şandina nexweşxaneya ji dervey girtîgehê de. Her wiha di raporê de bal hat kişandina ser êşkence û zextên di girtîgehê de li ser Celaliyan tên meşandin û wiha dewam kir; “Ji Nîsana 2017’ê ve Celaliyan dest bi çalakiya nexwarina dermanan kiriye. Ev jî li dijî zext û astengiyên rayedarên girtîgehê ye.”

 

Amnesty di rapora xwe de wiha dewam kir; “Celaliyan li gel nexweşiya çav, pirsgirêka dil, nexweşiyên weke gulçîsk jî hene. Ji ber netedawîbûnê nikare bi başî xwarin jî bixwe. Celaliyan 2 salin timî ji rayedarên girtîgehê daxwaz dike ku ji bo tedawiyê bê şandina nexweşxaneya dervey girtîgehê. Beşek ji van daxwazên wê nehatine qebûlkirin. Beşek jî bi mercê li ser televîzyonê li ser xwe îfade bide, wê bên qebûlkirin.”

 

Di dawiya rapora Amnesty de ev daxwaz hat kirin; “Divê ji bo çareseriya çavê Celaliyan demek nêz de bê şandina nexweşxaneya dervey girtîgehê. Divê tavilê Celaliyan bê azadkirin. Her wiha hemû ew zererên li girtîgehê gihanê, bên tedawîkirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku Zeyneb Celaliyan 11 salin di girtîgeha rejîma Îranê de ye û jê re cezayê darvekirinê hatiye dayîn. Piştre cezayê Celaliyan ji bo mûebetê hat guhertin. Heya niha destur nehatiye dayîn Celaliyan ji bo tedawiyê biçe nexweşxaneyên dervey girtîgehê û ji bo tedawiya çavên wê jî destur nayê dayîn.

 

(rn)