Jinekê li Kelekê dawî li jiyana xwe anî

49

 

 

SIUD ŞAY GORAN / HEWLÊRÊ

 

Li gundê Bişiryan ê Kelekê ya Hewlêrê jinekê bi keleşê dawî jiyana xwe anî. Li gorî agahiyên bi destketine temenê jinê 26 saliye û bi navê (K.M) ye. Herwiha hat gotin ku dayika 2 zarokane.

 

Hat ragihandin ku heya niha derbarê bûyerê de ti kes nehatine binçav kirin û malbata wê jî giliyê ti kesê nekiriye. Ji gorî agahiyên bi dest ketine ji ber nexweşiya deronî dawî li jiyana xwe anî ye.