Kerîm: Tê payîn ku piştî kontrolkirina Telefer jî operasyona Hewîce destpê neke

40

 

 

 

SORAN MIHEMED / KERKÛK

 

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm îro bi hemû fermandarên pêşmergeyan ên eniya Kerkûkê û berpirsên ewlehiya Kerkûkê re civiya.

 

Piştî civînê Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm civîna çapemeniyê li darxist. Kerîm wiha got; "Di civînê de me ligel fermandarên pêşmergeyan ên eniyên Kerkûkê behsa parastina Kerkûkê û şêrê bi DAIŞ'ê re kir. Me daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir ku ji bo parastina Kerkûkê hîn çav vekirîtir bin."

 

Kerîm bal kişand li ser navçeya Hewîce ku di destê çeteyên DAIŞ'ê ye û wiha got; "Biryar bû piştî rizgarkirina navçeya Telefer, operasyona rizgarkirin Hewîce destpê bike. Lê ligorî agahiyên me girtine, tê payîn ku piştî rizgarkirina Telefer jî operasyon destpê neke. Em daxwazê parlamentoya Iraqê û kesayetên Ereb dikin ku hewldanên cidî bikin ji bo rizgarkirina Hewîce. Ji ber ku Hewîce ji bo Hewîciyan bûye karasat. Di rêya duyem de ji bo Kerkûkiyan jî."

 

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm herî dawî wiha got; "Rewşa ewlehiya Kerkûkê arame, ew axaftinên hene ku dibêjin rewşa aramiya wê ne başe, propagandeye û senaryone. Mijara bilindkirina ala Herêma Kurdistanê hatiye çareserkirin. Wê referandûm li Kerkûkê ji pêk were. Piştî referandûmê Herêma Kurdistanê çawa nêzî Kerkûkê bibe, em wê gêdayî pîvanên wê bîn."