Çeteyên dewleta Tirk gule li hêzên koalîsyonê reşandin

52

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berdevkê Fermî yê Koalisyona Navneteweyî Ryan Dîllon Colonel ji ajansa Reûtersê re axivî û diyar kir ku li Minbicê hêzên wan ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve hatine gulebarankirin û bersiva vê yekê dan, piştre jî hêzên wan li nuqteyên bi ewle bi cih bûne.

 

Televizyona CNN ya li DYA’yê weşan dike li gorî nûçeya agahiyan dispêre çavakniyên leşkerî, ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk gule li hêzên wan ên li Bakurê Sûriyeyê bi cih dibin reşandine û hêzên koalisyonê bersiva vê yekê dan.