‘Pereyê genim peywendî bi pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexda re nîne’

65

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Elî Sindeyî di dewaxuyaniya xwe de wiha got; “Qasî 95 milyar dînar çeka bankê ya pereye genime sala 2017’ê yê cotyarên Herêma Kurdistanê gehiştiye herêmê û 40 milyar dînar jî maye. Piştî cejnê ew pereyê ku hatiye wê bi rêya bankên pêştir were dayîn.”

 

Elî Sindeyî diyar kir ku ji bo pereye genimê cotyarên Mexmûr û Xaneqîn Hikûmeta Iraqê bernameyek nû daniye û karên dayîna çekên pereyê wan wê li sayloyên Mexmûr, parêzgeha Mûsil û Diyale pêk were.

 

Di dawiyê de jî Elî Sindeyî wiha got; “680 milyar dînar pereyê salên buhrî yê genimê cotyarên Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê maye. Hewldanên ji bo wergirtina vî pereyî didomin. Vê mijarê bi ti şêweyekê peywendî bi pirsgirêka navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ve nîne. Bi taybetî jî ji bo kirîna genimê cotyaran. Ew deynê li beranberê kirîna genim çêbûye, her li herêmên din ên Iraqê jî heye.”

 

(rn)