Pêwîstiya Liya bi alîkariyê heye ji bo xeyala wê pêk were-DOSYA

40

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Liya Rêbîn zarokek 6 saliye ku di ji zikmakî ve tûşî nexweşiyek ku kêm tê dîtin bûye. Ji vê nexweşiyê re jî tê gotin Tirîçer Kolîn (trecher colim). Ew ji qepatbûna her du guhan, ne temamiya her du erzingan ku buye sedem ku çavê rastê  felç bibe û di dema razanê de nayê girtin. Vê nexweşiyê wisan li Liya kiriye ku  nebihîse û guh li dengên derve nebe.

 

Dayik û bav ji bo çareseriya nexweşiya zaroka xwe pênc caran çûne Tehranê. Ji bilî vê gelek caran raporên nexweşiya Liya şandine Hindistanê ji bo ku ji bo nexweşiya wê çareseriyekê bibînin. Lê wir jî tiştek jê re nekirine. Dayika Liya, Şiwênê Qadir têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: "Me tenê cîhazek yê deng ji bo wê kiriye. Me ew cîhaz bi 5 hezar dolar kiriye. Du caran şkandiye. Her car me bi 3 hezar dolaran çêkiriye."

 

 

Liya ji ber nexweşiya xwe ya zikmakî tûşî nexweşiya derûnî jî bû. Ji ber ku zarokên din nêzîkî wê nedibûn. Weke ku bavê Liya, Rêbîn Mihemed jî dibêje; "Liya niha hest bi nêrînên derve jî dike. Dema zarok jê dûr dikevin û dibîne rûyê wê cûdaye Liya xemgîn dibe.  Gelek caran diçe ber eynikê û li ruyê xwe temaşe dike."

 

 

Rêbîn Mihemed ev jî got: "Liya niha mezine û tiştan fam dike. Ji ber wê ji bilî nexweşiya xwe tûşî nexweşiya derûnî jî bûye. Dema ku zarok ji derve bi çavek cûda tamaşeyî wê dikin an jê dûr dikevin, diçe temaşeyî eynikê dike û pir xemgîn dibe.”

 

Bavê Liya, Rêbîn Mihemed têkildarî xwendina keça xwe jî wiha got: "Me bir peymangeha Hîwar a ji bo kesên nabîhîsin. Lê Rêveberiya dibistanê ji me re got ku divê Liya sedan 100 bibîne. Lê belê çavê Liya yê rastê felce û  nikare di dema razanê de jî bigire.”

 

 

Gelek amelyat ji bo vê Liya pêwîste. Amelyata yekem ku divê ji bo wê were kirin a vekirina kanalên guhên wê ye. Ev amelyat jî gelek girane. Heta ku guhên wê bibihîse.  ya vekirina. Guhê wê yê çepê di alyê bihîstinê de ji yê rastê baştire. Ji ber ku hestiyê ser rûmetî nîne. Wê yekê jî bandor li kanalê guhê rastê kiriye. Ji bo wê amelyatê jî 40 hezar dola pêwîte.

 

Piştra amelyatek din pêwîte. Ew jî ya kanalên guhê rastê, felca çavê rastê, çêkirina rezink, didan û ciwaniyê.  Ewên din dê bimîne heta temenê wê dibe 18 salî. Ji bo van hemû amelyatan jî 150 hezar dolar pêwîstin. Heta niha ev pere bi dest neketiye.

 

Ji bo çareseriya nexweşiya Liya aliyên peywendîdar gelek caran soz dane malbata Liya lê tenê bûne soz û neketine pratîkê. Gelek caran hatiye nivîsin ku hinek pere li Liya xerc bikin ku were amelyat kirin. Bi taybetî jî Wezareta Tenduristiyê 4 hezar dolar ji bo nivîsîne. Nivîs ji serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye nivîsîn bersiva wan nehatiye dayîn.

 

 

Du xeyalên Liyayê hene. Xeyalek ya Liya ewe ku dema mezin bû bibe bijîşk û zarokên weke xwe çareseriyê jêre bibîne. Xeyala din a Liya jî ewe ku guhê wê hebe ji bo ku guhar bike guhê xwe.

 

Ji bo bi cih anîna Xeyal û çareserkirina nexweşiya ji niha de komeleya peyc û xêrxwaziyê kampanyayek ji bo komkirina alîkariyê ji bo Liya Rêbên destpê kiriye. Ji gihandina alikarê peywendiyê bi  van hejmaran re bikin.

 

Bazo- Hewlêr

07504050762

 

Diya-Silêmanî+Şarezor

07502272548

 

Îbrahîm-Silêmanî

07501236586

 

Helebceya Şehîd-Seyîdsadiq

07501258321

 

Hêmin-Kerkûk

07708540871

 

Şemal- Devera Pişder

07501580202

 

Ehmed Resûl-Devera Pişder

07501081146

 

Herêm-Çemçemal

07501246831

 

Aram-Kelar

07503572828

 

 

(rn)