Av canek din girt: Ciwanek beriya cejnê di avê de xeniqî

54

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî daxuyaniya  Rêveberên Polîsên Germiyanê îro, li gundê Qerîtax ya bajarokê Qeretepe ya navçeya Xaneqînê ku dikeve ser parêzgeha Diyalayê, ciwanê bi navê Huner Elî Xesrew ku di sala 1995’an de ji dayîk bûye, dema dixwast hênik bibe di golê de melevaniyê dikir di golê de xeniqî.

 

Rêveberên polîsan ragihandin ku cenazeyê ciwanê di avê de xeniqî ji golê derxistine û rakirina Tiba Edlî ya kelarê.

 

Li gorî bîlançoya ku ajansa me li gel xwe girtî,  ji destpêka meha Hezîranê heya niha, li Başûrê Kurdistanê 49 kes di avê de xeniqîne û du kes jî di bîra avê de fetisîne.