‘Tê payîn bi sed hezaran geştiyar serdana Herêma Kurdistanê bikin’

64

 

 

HAWKAR MISTEFA/ ROJNEWS

 

Der barê mijarê de Serokê Desteya Geştiyariya Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar ku ji ajansa me re axivî, got; “Ji ber hatina Cejna Qurbanê, li tevahî cihên geştiyarî û herêmên şûwênewerî amadekariyên baş ji bo geştiyaran hatine kirin. Bi taybetî jî geştiyarên parêzgehên navendê û başûrê Iraqê zor tên Herêma Kurdistanê. Me jî li cihên geştiyarî tiştên ku pêwîste lê baldar bin û agahdarî belav kirine.”

 

Mewlewî Cebar wiha jî got; “Îsal hatina geştiyar ji bo Herêma Kurdistanê tiştek ne li bendê bû. Ji ber ku hejmarek zêde ya geştiyaran hatiye. Di 6 mehên destpêka îsal de milyonek û 470 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê. Her wiha tê payîn heya dawiya Cejna Qurbanê 2 milyonan derbas bike. Heya dawiya salê jî nêzî 2 milyon û 500 hezar geştiyar dibe.”

 

 

Li ser mijara astengiyên di nuqteyên kontrolê yên ketina Herêma Kurdistanê ji bo geştiyaran çêbibin de jî, Mewlewî got; “Me ji bo geştiyarên îsal û bi taybet ên Cejna Qurbanê bên, agahdarî dane tevahî nuqteyên kontrolê. Ew jî wê di hatina geştiyaran de alîkarî û hêsankarî bikin. Her wiha rê nedin ti pirsgirêk û alozî rû bidin.”

 

 

(rn)