Amerîka hindek nûnertî û balyozxaneyên Rûsî digire

41

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku ewê heya 2’ê Îlonê balyozxaneya San Francisco ya Rûsyayê û her wiha nûnertiyên li Washington û New Yorkê yên Rûsyayê bigirin.

 

 

Nauert’ê ji Rûsyayê xwest ku karê girtina Balyozxaneya San Fransisco û avahiyên li Washington û New Yorkê heya 1’ê Îlonê bi encam bikin.

 

Hêjayî gotinêye ku berê niha bi demekî jî hindek nûçe hatibûn belavkirin û hatibû gotin ku Amerîka hewl dide hejmara dîplomatên Rûs li welatê xwe keme bike.

 

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî diyar kiribû ku ewê hejmara dîplomatên Amerîkî li welatê xwe kêm bikin û hejmara dîplomatên xwe yên li Amerîkayê jî kêm bikin.

 

Wezareda Derve ya Rûsyayê jî hefeteya borî pêşniyar kiribû, Amerîka heta 1’ê Îlonê hejmara dîplomatên xwe biguherîne.