Hunermend: Ez bi hunera xwe li dijî wêrankariya bendavan disekinim

40

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS

Ev çend sale rejîma Îranê dest bi çêkirina bendavan li ser sînorê Hewramanê dike. Bi taybet bendavên Zemkan û Daryan bûne sedem ku gelek şop û bermahiyên dîrokî, çandî yên herêmê tine bibin. Welatiyên vê herêmê jî ji ber gundê wan dibin avê de maye neçar mane ku koçê devereke din bikin.

 

 

Li ser mijarê Çalakvan û Hunermend Mihemed Emîryan ji ajansa me re axivî: “Welatên dagirker û rêveber û dewletên Rojhilata Navîn tev, hertimî hewl dane ku herêm û xaka Kurdistanê û Hewraman teng bikin. Her dewletek ku hatiye li gorî siyaseta xwe dest daye sînoran û li gorî xwe parçe kiriye.”

 

 

Emîryanî bi berdewamî got: “Hewraman yanjî êla Goran di dema xwe de xwedî herêmeke mezin bûn. Ji ber zilma zêde û parçe kirinê îro, berbi kêmbûnê ve çûne û gelek cih jî berbi tinebûnê ve diçe. Êla Gewreco  êla herî mezin ya li devera Serpêl û Qesrî şîrîn bû ku ser bi Gorane. Ew jî belavî pênc êlên Gewreco ya Qişlaq bûne. Ya herî kevin jî Gewrecoya Bayezî û Gewrecoya Seferşane. Lê, niha ji van Gewrecoyane tenê du  beş bi zimanê Hewramî di axivin.”

 

Siyaseta rejîma Îranê ku bi rêyên cûda êrîşê bermahiyên dîrokî û çanda Kurd dike. Emîryanî jî îşaret bi çêkirina bendavan û bandora wê li ser çandan kir û got: “Ji van du Gewrecoyane ku bi zimanê Hewramî di axivin yek Gewrecoya Qişlaqe. Lê, mixabin ji ber çêkirina bendava Zemkan niha tenê çar mal mane. Hemû xanî û dever dibin ava bendavê de mane. Gewrecoya Mezin jî  di dema xwe de 360 mal bûn. Di encama çêkirina vê bendavê de ew jî dibin avê de ma û welatiyên wê jî koçî bajar û cihên din bûn.”

 

Emîryanî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber çêkirina bendava Zemkan hemû ziman, dîrok, şopên huner, karên dest  û heya zimanê wan du cihan tine bûne.

 

Hunermend Emîryanî diyar kir ku ew bi hûnera xwe hewl dide ev êrîşên çandî renxe bike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî dike: “Ez bi stran û tembûra xwe êş û xemên di encama van karesatan de çêbûne, bînim ziman. Niha jî hewl didim berhemekî siya çemane ya bi navê ‘Xemên bendava Zemkan û Daryan’ amade bikim. Ji ber ev herdu bendav zirerek mezin gihandiye çand, dîrok û xaka Hewremanê.”