Li Iraqê êrîşa xwekujî: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

48

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li bajarê Samara yê Iraqê ku 125 km ji Bexdayê dûre,  3 kesên xwekuj bi cilên karkeran û hêzên ewlehiyê ketin santralekî ceryanê û xwe teqandin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 8 endamên ewlehiyê ji jiyana xwe ji dest dan.

 

Hate destnîşan kirin ku êrîş di saetên sibehê de pêk hatiye.

 

Heya niha berpirsyartiya êrîşê ti kesê ne girtiye li ser xwe. Lê ji berî niha êrîşên wiha ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk di hatin.