Koreya Bakur bombeya hîdrojenê ceriband: Erdhejeke dijwar rû da

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Erdhejeke dijwar a di pileya 6.3 de li Koreya Bakur pêk hat. Hate ragihandin ku ev erdhej ne bi awayeke xwezayî rû daye di encama ceribandina bombeyeke hîdrojenê de pêk hatiye. Hate ragihandin erdhej 10 kîlometre di kûrahiya erdê de rû daye.

 

Piştî nûçeyên erdheja Koreya Bakur û gumanên ceribandina moşekên balîstîk, Ajansa Nûçeyan a Koreya Bakur (KCNA) ragihand ku bombeyeke nû ya hidrojenê ceribandine û ceribandin jî bi serkeftî bi encam bûye. .