Li Hewlêrê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

63

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şevê din saet 23:30’an de li ser rêya Herîr-Basirme ya bajarê Hewlêrê qezayeke trafîkê rû da. Berdevkê Polîsên Tirafîkê ya Hewlêrê bi daxuyaniyekî qezayê piştrast kir û ragihand ku di encama qezayê de du welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

 

Berdevkê polîsan ragihand ku sedema qezayê leza zêde ya bê kontrole û got: “Ji ber şofêr pir lez ajotiye, wesayît ji bin kontrola wî derketiye û di encamê de qelibiye.”

 

Hêjayî gotinêye şevê din nêzî Hewlêrê du qezayên trafîkê pêk hatine. Her wiha li nêzîkî bajaroka Qerehencîr a ser bi parêzgeha Kerkûkê jî pênc kesan di qezaya trarîkê de jiyana xwe ji dest daye. Yanî bi giştî şevê din li Başûr di bûyerên di trafîkê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.