Amadekariyên ji bo operasyona rizgarkirina Hewîce didomin

48

 

 

SORAN MIHEMED/ KERKÛK

 

Di destpêka amadekariyên kontrolkirina navçeya Hewîce ya ser bi Kerkûkê de, divê heftiyê de, balafirên şer ên Iraqê, gelek belavok li ser asîmanê Hewîce ji bo welatiyan belav kir. Di belavokan de ji welatiyan hat xwestin ku xwe ji êrîşên balafiran biparêzin. Li ser heman mijarê jî gelek yekîneyê leşkerên Iraqê li nêzî Kerkûkê bi cih bûne.  Ew hêzên ku  ji bo operayona Hewîce hatine amade kirin, ji Mûsilê vekişiyane kerkûkê.

 

Li gorî daxuyaniyê berpirsan û ew agahiyên ku bi dest RojNewsê ketî, leşkerên Iraqî, Heşdî Eşayîrî, Polîsên Federal, Hêza Dijî Terora Iraqê û hêzên pêşmergeyan wê tevlî operasyona kontrol kirina Hewîce bibin.

 

 Têkildarî tevlîbûna hêzên pêşmerge ya ji bo operasyonê Berpirsê Eniya Xurmatû ya Pêşmergeyan Ebdullah Bor ji ajansa me re ragihand ku wê hêzên pêşmerge tevlî operasyonê bibin, lê heya niha ti civînek di navbera hêzên Iraqî û hêzên pêşmerge de pêk nehatiye û got ku ne diyare wê şêwaza êrîş kirinê çawabe.

 Abdullah Bor balkişand ser dema destpê kirina operasyonê û wiha got: “Pêşmerge beşek girîng ya kontrol kirina navçeya Hewîce ye. Heya niha ti fermanek dema destpê kirina operasyonê ji bo me ne hatiye û ne diyare emê tevlî bibin yan na.”

 

Li ser heman mijarê Berdevkê Tugaya 2 a Heşdî Eşayîrî Muqedem Nayîf ev gotin kir: “Heftiya buhrî li bajarê Selahadînê Odeya Operasyona Dîcle li gel Heşdî Eşayîrî, leşker û polîsên Federal kombû. Bi serpereştiya fermandar Ebdulemîr Yarella operasyona kontrol kirina Hewîce hat nîqaş kirin.”

 

Di dewama axaftina xwe de Muqedem Nayîf got: “Her çiqas di kombûnê de nîqaşa tevlîbûna  hêzên pêşmergeyan ne hat kirin, lê piştre biryar hat dayîn ku wê hêzên Heşdî Eşayîrî û pêşmerge ji rojhilatê Hewîce ve dest bi operasyonek hevbeş bikin.”

 

Li ser wê jî Fermandarê Tugaya 9 a Hêzên Pêşmerge li Eniya Daqoq Aras Fetah ji wiha got: “Çar eniyên mezin di destê hêzên pêşmergeyan de ne. Ji ber wê îhtîmala tevlîbûna hêzên pêşmerge ya ji bo operasyona kontrol kirina Hewîce bi hêze. Lê niha zuye biryara wê bidin ku wê tevlî operasyonê bibin yan na.”

 

Hêjayî gotinê ye ku ji ber lidarxistina referandûma li  Kerkûkê,  heya niha Wezareta Pêşmerge bi fermî biryara telvîbûna hêzên pêşmerge ya ji bo kontrol kirina Hewîce ne daye. Ji ber wê fermandariya  pêşmerge ya Kerkûkê bi fermî nikarin biryara wê bidin ku bi fermî tevlî operasyonê bibin.

 

Navçeya Hewîce 55 km ji bajarê Kerkûkê dure. Di sala 2014’an de navçeya Hewîce û bajarokên Riyaz, Zab, Ebasiye û Reşad ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagir kirin. Ev deverane  ji sedê 32’ê xaka parêzgeha Kerkûkê pêk tîne.