Ciwanên Helebceyê navenda xwe weke akademiyeke hunerî dixebitînin

23

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

Navenda Çalakiyên Ciwanê Helebce girêdayî Zarokparêzên  Kurdistanê ye û di sala 2008’an de li Helebce hatiye ava kirin. Ciwanên Helebce ji bo pêşxistina kêrhatin û xebata xwe ya hunerî serî li navendê didin.

 

Têkildarî mijarê Rêveberê Navenda Çalakiya Ciwanên Helebce  Ravya Newzad ji ajansa me re axivî û got: “Navend ji du beşên sereke yên hunerî û pîşeyî pêk tê. Me karî di van çend salan de gelek çalakî û dewre li Helebce vekin.  Armanca me hemuyan pêşxistina qabiliyet û hunera ciwanane.”

 

Ravya Newzad balkişand ser tevlîbûna jinan û diyar kir ku di hemû çalakî û dewreyan de jin tevlî dibin û wiha pêde çû: “Piştî ku Helebce bû parêzgeh, me gelek çalakî ji derveyî Helebce li cihên weke Xurmal, Biyare, û Sîrwanê lidarxist. Plana me jî ewe ku di salên pêş de hinek şaxên navendê li  bajarokên ser bi Helebce vekin da ku zêdetir xizmeta ciwanan bike.”

 

Li ser heman mijarê Hîndekarê Navendê Bestewer Berzan jî diyar kir ku ew weke ciwanên Helebceyê tevlî dewreyên pîşeyî dibin û perwerdeyên ku dibînin jî serkeftîne.

 

Mamosteya bi navê Bahar Reuf ku ji bo fêrbûnê serdana navendê kiriye jî ev gotin kir: “Ez ji bo fêrbûna muzîk û bi taybet ji bo amura temburê  tevlî dewreya navenda ciwanên Helebce bûm.  Her çiqas ez di qonaxa destpêkê de me jî, lê hewldanên mamosteyên hunerî yên vir karîne gelek pêşketin di me de saz bikin.”

 

Xwendekarê bi navê Niyaz Dilşad ku zanîngeh qedandiye û ev du mehe ji bo fêrbuna amura Gîtarê tevlî dewreya navenda ciwanan bûye jî, got: “Min zanîngeh qedandiye û tayîn ne bûme. Ji ber wê min xwest ku ez xwe di qadeke hunerî de perwerde bikin.”

 

Xwendekara Zanîngeha Silêmanî li beşa Endazyariya  avahîsazî Naz Helebceyî ku di werza havînê de ji bo hunera şêwekarî tevlî dewreyê bûye li ser tevlîbûna xwe wiha dibêje: “Pêwîstiya min bi hunera şêwekarî heye. Ji bo wê jî min xwast tevlî ev dewreya hunerî bibim. Heya niha min sudek mezin ji hunera şêwekarî li navenda ciwanên Helebce dît.”