Ciwanên Kerkûkî: Ji bo yekîtiya netewî pêk were, kongre şert e

45

 

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

 

Hewldanên Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê ya ji bo pêkanîna yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî  berdewame. Her wiha her diçe piştgiriya hemû beşên civaka Başûrê Kurdistanê jî ji bo wê zêde dibe.

 

Têkildarî mijarê Endamê Koordînasyona Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li Kerkûkê Hawrê Ferîdun ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo me gelê Kurd yekîtiya netewî gelek girîng e. KNK’ê jî bi wê armancê serdana aliyên siyasî kiriye. Daxwaza me jî ewe ku kongreya netewî pêk were. Pêkhatina yekîtiya netewî wê êrîşên li ser gelê Kurd têk bibin.”

 

 

Li ser heman mijarê Ciwaneke Kerkûkî ya bi navê Şenge Ebdulxaliq jî axivî û got: “Ji dîroka çêbûna Kurdan heya roja îro, parçebûna aliyên siyasî bûye sedem ku Kurd ti carî negihijin armanca xwe. Ji bo yekîtiya Kurd pêk were jî divê kongreya netewî lidar bikeve.”

 

 

Ciwanê bi navê Bako Kazim jî kongreya netewî ji bo Kurdan weke gaveke stratejîk dibîne û dibêje; “Niha pêngava herî stratejîk û pêwîst ya ji bo gelê Kurd lidarxistina kongreya netewî ye. Li gorî min ji bo Kurd bikarin destkeftiyên xwe biparêzin û bibin xwedî destkeftiyên zêdetir, rêya yegane ya pêkanîna vêya kongreya netewiye.”

 

 

Bemo Kazim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd di demên borî de bi berxwedana hêzên gerîla, pêşmerge û şervanan destkeftiyên baş bidest xist. Ev destkeftiyane bi xwîna şehîdan çêbûn.  Ji bo em di Rojhilata Navîn  û herêmê de bibin xwedî gotin û hêzeke ku esas tê girtin, divê em yekîtiya xwe çêbikin.”

 

(bz)