Di rûbarê Sîrwan de 3 ciwan xeniqîn

43

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / DERBENDÎXAN

 

Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê îro piştî nîvro di rûbarê Sîrwan de 3 ciwanên Ereb xeniqîn. 2 cenaze hatin dîtin, hîn yek nehatiye dîtin.

 

Derbarê bûyerê de Berdevkê Polîsên Qeza û Navçeyên Silêmaniyê Îqbal Mihemed diyar kir ku di dema avjeniyê de  ciwanek xeniqî, ji bo rizgarkirinê 2 ciwanên din bi hewarê diçin, lê herdu ji di xeniqin.

 

Hate ragindin ku cenazeyê 2 hatine derxistin, lê hîn yê ciwanê nehatiye dîtin.

 

Navê ciwanên xeniqîne wihane;

Seîf Hekîm Ebdulwahîd, di sala 1990'an de ji dayik bûye. Pîşe, polîs

Ehmed Hekîm Ebdulwahîd, di sala 1989'an de ji dayik bûye. Pişe parêzer

Elî Kazim Wadî, pîşe, karmend.