Goran û YNK li ser fererandûmê lihevnekirin: civîn bê encam bi dawî bû

38

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro berê nîvro rêveberiya hevpar ya Tevgera Goran û Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ku  ji bo gûftûgokirina referandûmê û vekirina parlementoya herêmê civiyan, bê encam bi dawî bû. Şandeya rêveberiya YNK’ê ku ji Hêro Îbrahîm Ehmed, Îmad Ehmed, Hakim Qadir, Rifat Ebdûla pêk dihat û şandeya Tevgera Goran Omer Seyîd Elî, Osman Hacî Mehmud û Îsmaîl Namiq, Samal Ebdulla pêktê, li mekteba siyasî ya rêveberiya hevpar ya Tevgera Goran û YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê civiyan. Civîna têkildarî referandûmê û vekirina parlementoya herêma Kurdistanê ya Goran û YNK bêyku bigihijin lihevkirinekî bê encam, bi dawî bû.

 

Hate gotin ku di civînê de rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê, mijara referandûm û vekirina parlementoya herêmê hatiye destgirtin. Ancax tevî ku civîna aliyan bidawî jî bû heya niha ti aliyek têkildarî encama civînê zanyariyek yanjî daxuyaniyek ne weşandiye. Biqasî agahiyên ku ajansa me bidest xistiye, ji ber herdu alî ne gihiştine lihevkirinekî, ji ber wê jî têkildarî encama civînê di te daxuyaniyekî belav nekirine.  

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh rêveberiya Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê civiyabûn û bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina referandûmê, vekirina parlementoyê û lidarixistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kiribûn.