KODAR: Divê gelê Rojhilat pîştgirî bide Bane, Serdeşt û Merîwanê

46

 

 

NAVENDA  NÛÇEYAN

 

 

Têkildarî xwepêşandana welatiyên Kurd li bajarên Bane, Serdeşt û Merîwan, îro Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniya KODAR’ê de siyaseta Îranê ya ji bo bê deng kirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hat şermezar kirin û ji welatiyan hat xwestin ku piştgiriya xwepêşandana gelê li Bane, Serdeşt û Merîwanê bikin.

 

KODAR bi berdewamî wiha got: “Siyaseta Hikûmeta Îranê ya ji bo bê deng kirina dengên mûxalîf yên hindir, lihev kirina li gel derve, rewşa siyasî û civakî ya navxweyî ya Îranê bi giştî têk biriye. Ev hiştiye ku her cûre êşkence û zextê li welatiyan bike. Bi vê yekê re ji bo bêdeng kirina gel, însiyatîfeke bê sînor daye hêzên desthilatdar û nijadperest.”

 

Daxuyaniya KODAR’ê wiha berdewam dike: “Di encama gule barana rejîma Îranê de 2 kolber jiyana xwe ji dest dan. Ev zextane, gelek êş didin kişandin. Rewşa jiyana gel gelek giran kiriye û krîza aborî ya li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li herêmên ser sînor bûye sedem ku welatiyên Kurd, ji bo debara xwe, jiyana xwe bixin metirsiyê. Kolberên Kurd sembola îradeya  gelê Kurdin ku xwe radest nakin û li hember wan çok na danin, şerefa xwe û civaka xwe di parêzin.”

 

KODAR di daxuyaniya xwede sersaxî ji malbatên kolberan yên hatine qetilkirin re xwest û ragihand: “Em wek KODAR daxwazên welatiyên bajarê Bane, Serdeşt û Merîwanê weke daxwazên rewa dibînin û piştgîriya wan dikin. Her wiha ji gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî ji bajarên ser sînor daxwaz dikin ku piştgiriya gelê Bane, Serdeşt û Merîwanê bikin.”