Komîsyon: Eger Tevgara ‘Niha Nexêr’ mercan pêk bîne emê tomar bikin

39

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Li Herêma Kurdistanê biryare di 25'ê Îlonê de referandûm pêk were. Ji bo referandûımê îro dema propangandayê destpê kir. Herwiha ji bo çavdêriyê û propagandayê tomarkirina navan ji destpê kiriye. Duh Tevgera ‘Niha ji bo referandûmê nexêr’ ragihand ku Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Serbixwe ya Herêma Kurdistanê navê wan ji bo çavdêriya referandûmê  tomar nake û got; "Dema ku li pêşiya propangandaya nexêr bibin asteng çi wateyê hilbijartina 'nexêr' li ser forma dengdanê nîne."

 

Berdevkê Tevgara ‘Niha ji bo referandûmê nexêr’ Rabûn Merûf  têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; "Me duh serdana Komîsyonê kir. Ji bo ku navê Tevgara ‘Niha ji bo referandûmê nexêr’ tomar bike. Li gorî yasaya Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê mafê xwe hebe û bi kare propagandayê bike. Herwiha bikarîn çavdêriya sindoqan ji bikin. Lê daxwazên me hatin red kirin. Piştre ji ber zextên derve û navxweyî îro daxwazên me pejirand.  Komîsyonê dibin zextê hizban de, bi taybet PDK'ê de nedixwest bi awayekî yasayî Tevgara ‘Niha ji bo referandûmê nexêr’ karên xwe bike. Ji derveyî vê ti yasayên wan yên rewa nebû."

 

Berdevkê Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Serbixwe ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Rizar wiha anî ziman; "Di civîna îro de daxwaza  Tevgara ‘Niha ji bo referandûmê nexêr’ ji aliyê Şaswar Ebdulwahîd ve gihîşt destê me ji bo ku bê tomar kirin. Di pêngava referandûmê de cih bigre. Me ji ji wan re got hun dikarin navê xwe tomar bikin bi mercê, mercên komîsyonê têde be. Ji me re ragihand ku wê heya sibe wan mercan pêk bînin."

 

Şêrwan Zirar di derbarê mercên komîsyonê de ji wiha anî ziman; "Ji bo yên siyasî çend merc hene, lê ji ber ku Tevgara ‘Niha ji bo referandûmê nexêr’, tevgerekî nûye, ji bo wan mercên din hene, divê pêk bînin. Mercê yekem divê di serî de 500 îmzeyan kom bike. Ji bo bernameya yasayî 25 milyon dînar dane. Soz bidin bi bernameyên em ji bo dema propagandayê derxistin ve girêdayî bin. Piştre emê wan bi pejirînin. Em bi yek yasayê nêzî hemû aliyên dibin. Her kes û aliyê yasayên me pêk bînin, emê wan erê bikin. "