Li Bane alozî: Şer di navbera xwepêşender û hêzên rejîma Îranê de derket

35

 

 

 BANE / ROJNEWS

 

Welatiyên bajarê Bane, îro jî weke duh li ber avahiya qeymeqamiya  bajêr kombûn û li dijî kuştin û birîndar kirina kolberên Kurd yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

 

Hêzên serbazî yên Îranê ku xwe weke hêza ‘Dijî tevlîheviyan’ bi nav dikin û weke yekîneyên taybet yên li dijî çalakiyên li qadan tên zanîn, bi awayeke dijwar êrîşê xwepêşenderan kirin.

 

Li hember vê jî welatiyên di xwepêşandanê de xwe bi dar û keviran parastin. Di encama êrîşa hêzên rejîmê de şer û alozî rû da. Li gorî agahiyên ajansa me ji Bane bidest xistiye heya niha jî alozî berdewame.

 

Hêjayî gotinê ye ku du roj berê niha, li ser sînorê bajarê Bane, di encama êrîşa hêzên rejîma ÎRanê de du kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn. Li ser vê yekê jî ev du rojin gelê Bane li ser piyaye û tê payîn ku dibe ev çalakiyên nerazîbûnê zêde bibin. KODAR’ê jî bi daxuyaniyekî banga pîştgirî dayîna welatiyên Bane li gelê Rojhilatê Kurdistanê kiribû.