Li Baneyê 10 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin

45

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Welatiyên bajarê Baneyê îro jî weke duh li ber avahiya qeymeqamiya  bajêr kombûn û li dijî kuştin û birîndar kirina kolberên Kurd ên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

 

Hêzên serbazî yên Îranê ku xwe weke hêza ‘Dijî tevlîheviyan’ bi nav dikin û weke yekîneyên taybet yên li dijî çalakiyên li qadan tên zanîn, bi awayeke dijwar êrîşê xwepêşenderan kirin.

 

Li gorî agahiyên bi destketine, ji aliyê rejîma Îranê ve herî kêm 10 xwepêşander hatine binçav kirin. Herwiha hate ragihandin ku herî kêm 10 kes jî birîndar bûne.

 

Li gorî agahiyên bi destketine heya vê êvarê ji nerazîbûnên li dijî kiryarên rejîma Îranê yên li hemberî kolberan berdewam kirin. Hêzên rejîmê mûdaxaleyî xwepêşanderan kirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku du roj berê niha, li ser sînorê bajarê Bane, di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê de 2 kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn. Li ser vê yekê jî ev du rojin gelê Bane li ser piyaye û tê payîn ku dibe ev çalakiyên nerazîbûnê zêde bibin. KODAR’ê jî bi daxuyaniyekî banga pîştgirî dayîna welatiyên Bane li gelê Rojhilatê Kurdistanê kiribû.