Piştî operasyonê li Dersim û Gabarê şewat derket

63

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî operasyona leşkerî ya navend û navçeya Pîlemûriyê Dersimê li qada daristanê şewat derket. Şewata ku di 5’ê Îlonê li Zinarên Dokuz, gundê Tarla Uzun, Geliyê Pîlemûriyê û çemê Balî ya Geliyê Munzurê derketî, hîna didome.  Şewata ku li nêzî rêya navçeya Pîlemûriyê derketî û mûdaxeleyî wê nehatî kirin, bi  bayê re berbelav dibe û gihaye qûntara çiyê.

 

Welatiyan xwestin şewatê vemirinin, lê leşkaran bi hinceta “Herêma ewlekariya taybet e” destûr nedan.  

 

Welatiyan diyar kirin ku ger mûdaxeleyê şewatê neyê kirin, wê Midûriyeta Kar û Barê Daristanê yê Bajêr şermezar bikin.

 

Li Gabarê ji ber topên artêşa Tirk şewat derket

 

Li Çiyayê Gabarê ji ber topên artêşa Tirk li cihên daristanî şewat derket.  Qereqola Jandarma ya Kizilsuyê qada bejahiyê ya herêma Çiyayê Gabarê dide ber topan. Di encama van topên artêşa Tirk de şewat derket.

 

Şewat li herêma ku bi ‘herêma ewlehiya taybet’ hatiye ragihandin şewat didome. Ji bo vemirandina şewatê di kêferatetek nayê kirin.