Raportera  NY’ê bang li Îranê kir: Dawî li kuştina kolberan bîne

46

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Raportera Taybet ya Netewên Yekbûyî (NY)  ji bo mijara Mafê Mirovan li Îranê Asma Cihangîr derbarê kuştina kolberên Kurd de daxuyaniyek da. Cîhangir destnîşan kir ku tenê di 5 mehên îsal de zêdeyî 30 kolberan hatine kuştin.  

 

Di daxuyaniya Raportera Taybet ya Netewên Yekbûyî (NY)  ji bo mijara Mafê Mirovan li Îranê Asma Cihangîr de wiha tê gotin; "Desthilatdarên Îranê di binpêkirina mafên netewan didomîne. Tenê di 5 mehên destpêkê yên îsal de, zêdetirî 30 kolberên Kurd bi guleyên rasterast yên hêzên ewlehiya Îranê hatine kuştin û 90 kolberên din jî birîndar bûne.”

 

Cihangîr di dawiya rapora xwe de bang li Îranê dike ku dawî li kuştina kolberên Kurd, girtin û êşkencekirina netewên li Îranê bîne.

 

Hêjayî gotinê ye ku du roj berê niha, li ser sînorê bajarê Bane, di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê de 2 kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn. Li ser vê yekê jî ev du rojin gelê Bane li ser piyaye û tê payîn ku dibe ev çalakiyên nerazîbûnê zêde bibin.

 

Hêzên serbazî yên Îranê ku xwe weke hêza ‘Dijî tevlîheviyan’ bi nav dikin û weke yekîneyên taybet yên li dijî çalakiyên li qadan tên zanîn, bi awayeke dijwar êrîşê xwepêşenderan kirin. Heya niha bi dehan kes hatine binçavkirin û birîndarkirin.