‘Tirkiye PDK’ê ji bo armancên xwe bi kar tîne’

75

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Li Silêmaniyê di seat 16:00'an de Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê der barê metirsiyên pêk anîna referandûmê û projeya Xweseriya Demokratîk a  ji bo Başûrê Kurdistanê semînerek lidar xist. Semîner ji aliyê Endamên Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Rehman Resûl û Bekir Mecîd ve hat dayîn.

 

Di destpêka semînerê de Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Bekir Mecîd axivî û wiha got; "Eger biryar li ser referandûmê bê dayîn, divê ji aliyê parlamentoya Herêma Kurdistanê ve bê dayîn. Lê weke em dibînin  parlamento hatiye girtin. Ji bo ku hemû biryar ji aliyê yek partiyê ve bê dayîn. Ango ji aliyê PDK'ê ve biryar bên dayîn. Ji bo vê yekê nabe biryar tenê ji aliyê partiyekê ve li ser referandûmê bê dayîn."

 

'Tirkiye PDK'ê ji bo armancên xwe bi kar tîne'

 

 

Mecîd di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Niha PDK'ê peywendiyên siyasî ligel Tirkiyeyê heye. Tirkiye PDK'ê ji bo armancên xwe bi kar tîne. Niha dewleta Tirk dibêje, her hêzekî bixwaze Iraqê parçe bike, maf dide dewleta Tirkiyeyê, ji bo yekparçebûna Iraqê biparêzin. Referandûm vî derfetî dide dewleta Tirk."

 

Piştre Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê, Rehman Resul bal kişand li ser projeya Xweseriya Demokratîk a Tevgera Azadî û wiha destnîşan kir; "Me ji bo çaserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, projeyekî demkî û yeke stratejîk heye. Projeya me ya demkî, ewe ku meclîsek ji 150 kesî ji rêxistinên civakî û kesayetiyan bê avakirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê. Di parlamentoya demkî de dema hilbijartinê bê eşkere kirin. Li ser rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bê rawestandin."

 

 

Resul diyar kir ku projeya wan ya stratejîk, projeya Xweseriya Demokratîke û wiha got; "Ji bo çaserserkirina pirsgirêkan em vê projeyê guncav dibînin. Ji ber ku ji sîstema dewletê cûdaye û desthildarî ji jêr berbi jore. Mînaka wê Rojavayê Kurdistanê ye. Mînakekî serkeftiye. Ji bo hemû cîhanê mînakekî serkeftî tê dîtin. Ji bo bi hev re jiyanbûna gelan mînakek serkeftiye."

 

Piştî axaftina bersiva pirsên beşdaran dan.