YRK’ê bersiva êrîşa rejîma Îranê da: 2 pasdar hatin kuştin

52

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Êrîşên rejîma Îranê ya li dijî protestokirina gel a li hember kuştina 2 kolberên li bajarê Baneyê ya Rohilatê Kurdisanê dewam dike, ji YRK’ê li dijî êrîşên li ser gel bersiv.

 

Li gorî ajansa  ANF’ê ku agahî ji çavkaniyên herêmê girtiye, îro Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li dijî qereqola li gundê Sawan a Baneyê çalakiyek lidar xistine.

 

Di çalakiya hate lidarxistin de, 2 pasdarên Îranê hatine kuştin û herî kêm 2 pasdar jî birîndar bûne.

 

Çalakiya YRK’ê, piştî daxuyaniya KODAR’ê ya ji bo piştgirîkirina çalakiyên gel ên li Baneyê hate kirin. Lê heta niha ne ji KODAR û ne jî ji YRK’ê têkildarî vê mijarê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

 

Hêjayî gotinê ye ku du roj berê niha, li ser sînorê bajarê Bane, di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê de 2 kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn. Li ser vê yekê jî ev du rojin gelê Bane li ser piyaye û tê payîn ku dibe ev çalakiyên nerazîbûnê zêde bibin. KODAR’ê jî bi daxuyaniyekî banga pîştgirî dayîna welatiyên Bane li gelê Rojhilatê Kurdistanê kiribû.

 

êzên serbazî yên Îranê ku xwe weke hêza ‘Dijî tevlîheviyan’ bi nav dikin û weke yekîneyên taybet yên li dijî çalakiyên li qadan tên zanîn, bi awayeke dijwar êrîşê xwepêşenderan kirin. Heya niha bi dehan kes hatine binçavkirin û birîndarkirin.