Avahiya nifûsê ya Reqayê  hat rizgar kirin, 47 çete hatin kuştin

44

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di 6`ê Hizêranê de dest pê kiribû, di meha sêyemîn de bi h emû leza xwe dewam dike. Li taxa Mirûr a aliyê rojavayê Reqayê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞʹê de şerên dijwar diqewimin. Şervanan avahiya nifûsê ya li taxa Mirur rizgar kirin û li derdora Qesra Edlî (Dadgeha Giştî) şer didome. Di şer de heta niha 47 çete hatine kuştin.

 

Şer bi hemû hêza xwe didome.