Cenga Mezin: Navendên Emin Cînayî û Trafîkê hatin rizgarkirin

42

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hemleya rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 92′yan de didome. Li taxa Mensûr a dikeve rojhilatê bajêr û taxa Nûr a dikeve navenda bajêr di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerekî dijwar rû da. Di encamê de navenda Emin Cînayî (navenda ewlehî) û navenda Trafîkê yên dikevin taxa Nûr hatin rizgarkirin. Her wiha 23 çete hatin kuştin.

 

Li herêmê şer didome.