Dest ji pêşmergetiya PDK’ê berda, bû şervanê YPG’ê

64

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Nîştiman Kurdistan ku ji bajarê Kirmanşahê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, şervanekî 20 salî ye. Eşîra wî li dijî rejîma Seddam Huseyîn şer kiriye û bûye du perçe. Beşek eşîrê diçe Kirmaşanê û yek jî li herêma Iraqê dimîne. Kurdistan ku ji malbatek Başûrê Kurdistanê ya Şîa ye, pêşmergetiya PDK'ê kiriye.

 

Dest ji pêşmergetiyê berda bû şervanê YPG’ê

 

Kurdistan, di serdema ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê û bajarên Başûrê Kurdistanê kir, biryar da ku tev li hêzên YPG'ê bibe. Kurdistan, di nava eşîra xwe de yekem kesê tev li refê YPG'ê dibe. Niştiman Kurdistan li Başûrê Kurdistanê li bajarê Celewle li dijî DAIŞ'ê şer kir. Tevî ku dayik û bavê wî destûr nedan jî dest ji pêşmergeyan berdan û tev li YPG'ê bû. 

 

‘PDK Şengalê bi tenê hişt, ev bû sedem ku baweriya min bişike’

 

Niştiman Kürdistan diyar kir ku ji eşîra wan yekem kesên tev li Refên YPG'ê bûye û wiha got: "Di serdema şerê Şengalê de ez gelek ketim bin bandora êrîşan. Ez wê demê pêşmerge bûm. DAIŞ'ê di serî de li Şengalê êrîşî gelek bajarên Başûr dikir. Dema DAIŞ'ê Şengal dakir kir, peşmergeyan û gelê KDP'ê Gelê Şengalê bi tenê hiştin. Ev ji bo min bû şikestina destpêkê." 

 

‘Ez zehf bi şervanên jin bandor bûm’

 

Kurdistan, anî ziman ku DAIŞ’ê piştre li Şengal û Bakur êrîşî gel kir û wiha got: "Di şer de li dijî DAIŞ'ê du şervanên jin ên YPG'ê bi sekn û şerê xwe bandorek mezin li ser min çêkirin. Berxwedanek efsûnî nîşan dan. Ez pir ketim bin bandora şervanên jin. Dema şervanên jin hatin gelê Şengalê rizgar bikim ez zêde ketim bin bandora wan û min fikra xwe guhert ku li dijî DAIŞ’ê şer bikim. 

 

‘Em ji bo dawî li DAIŞ’ê bînin têdikoşin’

 

Kurdistan anî ziman ku ji bo Reqa azad bike û mirovên li vir karibin nefes bistînin hatiye li dijî DAIŞ'ê şer dike. Kurdistan li Eniya Rojhilat di rizgarkirina taxa Reqaya berê de rolek mezin lîst. Di nava hêzên ku li dijî DAIŞ’ê bi hefteyan e operasyonê pêk tîne de cih girt. Kurdistan wiha got: "Em hatin li vir dawî li DAIŞ’ê bînin. Heta ku em DAIŞ'ê ji vir paqij bikin em ê şer bikin. Me piraniya bajar paqij kir. Em ê van rojan mizgîniya azadiya Reqa bi gel re parve bikin."

 

Çavkanî: ANF