‘Eger hikûmet pirsgirêka mûçe çareser neke, emê serî li hemû rêyan bidin’

50

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

 

Îro li ber avahiya dadgeha bajarê Silêmanî kampanya rêxistinên ji çalakvanên medenî û siyasî pêk tên, li dijî sîstema taloqkirina mûçe ya ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve kombûn û di vê çarçoveyê de helwesta xwe ya nû eşkere kirin.

 

Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê Endamê Kampanyaya rêxistinan Hîwa Ebdullah ve hate xwendin û ragihand: “Em tev dizanin ku qîmetê petrolê du qatî ji dema berê taloqkirina mûçe, dahat û bavê zêdetir bûye. paşxistina mûçe, dahat û bacê zêde bûye.”

 

Her wiha Hîwa Ebdullah daxuyakirin ku ewê çalakiyên xwe mezin bikin û got: “Em ji vir radigihînin ku kampanya me ya bi navê kampanya rêxistinan ji bo parastina mafê gel e. Wê kampanyaya me bi şêwazeke nû, plankirî û bi bernameyeke cûda û zextên zêdetir berdewam bike û mezin bibe. Emê  ji bo bidestxistina mafê welatiyan serî li her rêyê bidin.”

 

Çalakvanan herî dawî hişyarî da hikûmeta herêma Kurdistanê û ragihand ku ew careke din desthilatdaran hişyar dikin û dibêjin; “Divê hikûmet daxwazên me pêk cidî bigirin û pêk bînin. Eger daxwazên me yên rewa pêk neyênin, emê gel di vê mijarê de hişyar bikin û wer bikin ku tevlî ti çalakiyeke hikûmetê (referandûm û whd) bibin. Emê ji bo mafê gel serî li hemû rê û rêbazan bidin.”

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev kampanya li dijî pergala taloqkirina mûçeyên karmend û welatiyên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmetê ve, berê niha 4 mehan destpêkiriye.