Gelê Qeladizê piştgirî dan gelê Baneyê

43

 

 

 

ELÎ QADIR /  SORAN

 

Nerazîbûnên li dijî kiryarên rejîma Îranê berfireh dibin. Di vê çarçoveyê de li Baxê Giştî ya  navçeya Qeladizê ya Raperîn li dijî kiryarên rejîma Îranê û kuştina kolberên Kurd çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvanên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê, Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan gelê Baneyê.

 

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê çalakvanên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê Siyamend Xuresan axivî û wiha got; "Siyaseta birsîkirinê yeke ji siyaseta çewt û faşîst a Komara Îslamiya Îranê ye. Komara Îslamiya Îranê berdewam siyaseta birsîkirin û qirkirina gelên Îranê dide meşandin. Bi taybet gelê Kurd, kolber û kasibkarên Kurd qetil dike. Ji ber vê yekê me van qirkirinên rejîma Îranê şermezar dikin. Em piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên gelê Baneyê û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê nîşan dikin."

 

 

Siyamend Xuresan dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman; "Em weke çalakvanên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê, xwe weke malbata herdu şehîdên dawiyê û hemû şehîdên Kurdistanê dibînin. Em hêviya şifayê ji kesên di xwepêşandanê de birîndar bûne re dixwazin. Em dubare siyaseta rejîma Îranê ya birsîkirina gel û êrîşên wê yên li ser kolberan şermezar dikin."

 

Li ser navê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê, Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Şiwan Xidir axivî û wiha destnîşan kir; "Êrîşên  li ser Rojhilatê Kurdistanê, êrîşkirina li ser herçar parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo gelê Kurd êrîş xeta sore û ji aliyê gelê Kurd ve qet nayê pejirandin. Rojane rejîma Îran û Tirkiye êrîşan dibin li ser gelê me. Ji ber vê yekê em daxwazê ji hemû aliyên siyasî dikin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser gelê Kurd cidî kar bikin. Ji bo ku kongreya netewî bê lidarxistin û yekîtiya netewî pêk were. Ji bo dawî li hemû dagirkeriyan were. "

 

 

 

 

Hêjayî gotinê ye ku di 4'ê Îlonê de, li ser sînorê bajarê Bane, di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê de 2 kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn. Li ser vê yekê di serî de gelê Baneyê û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê li dijî kuştina kolberên Kurd dest bi xwepêşandana kirin.

 

KODAR’ê jî bi daxuyaniyekî banga pîştgirî dayîna welatiyên Bane li gelê Rojhilatê Kurdistanê kiribû.

 

Hêzên serbazî yên Îranê ku xwe weke hêza ‘Dijî tevlîheviyan’ bi nav dikin û weke yekîneyên taybet yên li dijî çalakiyên li qadan tên zanîn, bi awayeke dijwar êrîşê xwepêşenderan kirin. Heya niha bi dehan kes hatine binçavkirin û birîndarkirin. Herwiha ji bo rejîm bikare dawî li xwepêşandana bîne rewşa awarte îlankirî bû û hêz şandibû herêmên xwepêşandan lê hene.