Helebce û Hewreman di cejnê de 60 hezar geştiyar pêşwazî kirin

59

 

 

HAWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Helebce û bi taybet jî Hewreman ku yek ji deverên xwezayî û kevnar yên Başûrê Kurdistanê ne her sal di rojên taybet de bi hezaran geştiyar pêşwazî dikin. Berpirsê Beşa Geşt û Guzar (turîzm) ya Helebce Serdar Elî bîlançoya geştyarên çar rojên cejna qurbanê ya ji bo seyrangehên Helebce ji ajansa me re eşkere kir.

 

 

Li gorî bîlançoyê di çar rojên cejna qurbanê de ji 60 hezar zêdetir geştyar ku piraniya wan ji navenda Iraqê û Başûrê Iraqê hatibûn, serdana seyrangeh û cihên geştyarî yên Helebce û Hewraman kirine.

 

Serdar Elî îşaret bi bîlançoya hatina geştyaran ya di cejna remezanê de jî kir û got: “Di rojên cejna Remezanê de 30 hezar geştyar serdana Helebce kiribû. Lê di cejna qurbanê de ev rêje pir zêdetir bû.

 

Elî têkildarî sedema zêdebûna geştyaran jî agahî da û got: “Tinebûn û lewaz ketina DAIŞ’ê ya li herêmê û daketina asta şer dibe sedem ku geştiyar zêdetir werin.”

 

Berpirsê Beşa Geşt û Guzar ya Helebceyê Serdar Elî  axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tê payîn ku di dawiya heftiyê de hejmara hatina geştyaran bigihije 70 hezarî. Piraniya geştiyaran jî serdana Ehmed Awa, Çavkaniya Zelim û Seyrangeha Awêser dikin. Sedema wê jî hewaya wir xweşe û xweşîke.”

 

Li Helebceyê 35 cihên sereke yên geştiyariyê hene û Hewreman jî yek ji wan cihên geştiyariyêye. Salane bi hezara geştiyar serdana vê herêmê dikin.

 

(bz)