HPG’ê şehadeta gerîla Delîl Saroxan ragihand

48

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gerîlayekî wan di êrîşeke hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûye. Gerîlayê ku nasnameya wî hatiye eşkere kirin jî kurê Serokê Meclîsa Rêveber a Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan e.

 

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

 

"Hevrê Delîl, di emrê xwe yê ciwantiyê de da ser şopa pratîsyenê herî baş ê kevneşopiya Apoyî fermandarê mezin Egîd û li dijî artêşa TC a dagiker bi berpirsyariyên mezin rabû. Hevrê Delîl ku ji kevneşopiyeke welatparêziyê dihat, di nava têkoşîna me de bû xwedî sekneke nimûne ya ked û durustiyê. Di nava şert û mercên herî zehmet de li Çarçelayê bi erka fermandariya yekîneyê rabû û pratîkeke serketî bi cih anî. Bîranîna Delîl Qamişlo wê di nava têkoşîna me de her hebe.

 

 

Di şexsê hevrê Delîl de em hemû hevrêyên xwe yên şehîd careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê têkoşîna wan bin."

 

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê ji ber bomberdûmanê şehîd bû wiha ye:

 

 

(bz)