Li Qeladizê xwendekarek hate kuştin

37

 

 

 

 

ELÎ QADIR /  SORAN

 

Cîgirê Rêveberiya Nxweşxaneya Şehîd Nû yên Qeladizê Dr. Osman Mihemed diyar kir ku îro cenazeyê xwendekarê zanîngehê Raber Ezîz anîne nexweşxaneyê û got ku gule li piştve lê ketiye.

 

Dr. Osman wiha got; " Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha Işik Raber Ezîz yê 26 xalî anîn nexweşxaneyê. Gule li piştve lêketiye. Heya niha nayê zanîn ji ber çi hatiye kuştin. Piştî lêkolînê cenaze radestî malbatê hate kirin. Ji ber bûyerê hîn ti kes nehatiye girtin. Ji aliyê polîsan ve lêkolîn berdewame."