Li Silêmanî û Helebce êrîşên li ser Misilmanên Myanmarê hatin şermezarkirin

35

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

Li Silêmanî û Helebce ji aliyê karmend, mamosta, oldar û nûnerên rêxistinên civakî ve li dijî kiryar û êrîşên li ser Misilmanên Myanmarê çalakî hatin lidarxistin û êrîş hatin şermezar kirin.

 

Li Silêmaniyê hejmerek karmend, mamosta, oldar û nûnerên rêxistinên civakî li ber Parka Nalî çalak lidarxistin. Li wir li ser navê girseyê Mele Osman Şêre daxuyanî xwend û wiha got; "Em daxwazê dikin ku hemû tewanên kuştinê bi dawî bibin. Tewanbar bên ceza kirin. Em daxwazê ji Netewên Yekbûyî dikin ku van kuştinên li Myanmarê weke jenosîd nas bike. Emê ji bo piştgiriya wan di nava hefteyekê de dest bi kom bikin û emê radestî nûnertiya NY'ê ya li Herêma Kurdistanê bikin."

 

 

Li Helebce jî li bazara kevin çalakiyek hate lidarxistin û bi heman rengî piştgirî dan misilmanên li welatê Bormayê daxwaz kirin ku kuştina misilmanên li wir bi dawî bibin.

 

Aloziya di navbera misilmanên Myanmarê û dewleta Myanmar de di dawiya salên 1940’an de destpê kir û di wê demê de misilmanên Myanmarê hewldan ku  ji dewleta Myanmarê cûda bibin. Her wiha di van demên dawî de gelek wêne û dîmen di torên civakî de tên belav kirin ku tê gotin misilmanên Myanmarê ji aliyê Budîstan ve tên êşkence kirin, şewitandin û kuştin. Her wiha tê gotin bi deh hezaran kes jî ji ber zordariyê koçî welatên cîran bûne.

 

 Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku nêzî 125 hezar misilman ji herêmên Raxînî ya Myanmarê koçî Bangladeşê kirine.