Li Silêmaniyê trafîka civînên YNK’ê

40

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Civîna polîtburoya YNK’ê ku di saetên nîvro de destpê kir piştî nîvro bi dawî bû. Rêveberiya YNK’ê têkildarî encamên civînê ti agahiyek parve nekirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civînê de mijara referandûm, vekirina parlamentoyê, hilbijartinên herêmê û meseleya serokatiya herêma Kurdistanê hatine destgirtin.

 

Li gorî malpera fermî ya YNK’ê biryare sibe desteya rêveber ya YNK’ê kom bibe.

 

Hêjayî gotinê ye ku duh rêveberiya hevpar ya YNK û Tevgera Goran li polîtburoya YNK’ê ya li Silêmaniyê, bi armanca guftûgokirina mijara referandûmê û rewşa siyasî ya herêma  Kurdistanê kombûbûn. Lê bêy ku alî li ser mijarekî li hev bikin, civîn bi dawî bû û ti daxuyaniyek jî ji aliyê herdu partiyan ve ji bo çapemeniyê ne hate dayîn.