Meleyên Hewlêrê li dijî êrişên ser misilmanên Miyanmarê daxuyanî dan

39

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro li Hewlêrê, komek mele li ber Mizgefta Sewaf ya Hewlêrê li dijî kiryar û êrîşên li ser Misilmanên Miyanmarê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

 

Bi navê meleyan Mele Yusif Şafiî daxuyaniya çapemeniyê xwend û nerazîbûn nîşana  bêdengiya cîhanê ya li hember ev sûcê li dijî gelê sivîl û bêparastin tê kirin da nîşandan û got: “Em bêdengiya cîhanê ya li hember vî sûcî rast nabînin. Ev suc li dijî gelê sivîl û bê çek tê kirin.”

 

 

Daxuyaniya meleyan wiha dewam kir: “Em bang li rêxistinên navnetewî, Neteweyên Yekbûyîî û hikûmetên pêwendîdar dikin ku bihevre mafê mirov û mafê îslamê biparêzin û rê nedin, êdî kuştin û binpêkirina mafê mirovan pêk werin û êrîş li ser netewe û baweriyên cûda çêbibin.”

 

Miyanmar welateke li Başûrê Rojhilatê Asya ye û cîranê Hîndîstan, Bangladeş, Çîn û Taylanê ye. Di derdora sedî 4’ê gelê wir misilmanin Lê, ola Buda ola fermî ya vî welatiye ango piranî Budîstin.

 

Aloziya di navbera musilmanên Miyanmarê û dewleta Miyanmar de di dawiya salên 1940’an de destpê kir û di wê demê de musilmanên Miyanmarê hewldan ku  ji dewleta Miyanmarê cûda bibin. Her wiha di van demên dawî de gelek wêne û dîmen di torên civakî de tên belav kirin ku tê gotin musilmanên Miyanmarê ji aliê Budîstan ve tên êşkence kirin, şewitandin û kuştin. Her wiha tê gotin bi deh hezaran kes jî ji ber zordariyê koçî welatên cîran bûne.

 

 Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku nêzî 125 hezar musilman ji herêmên Raxînî ya Miyanmarê koçî Bangladeşê kirine.