Merîwan û Serdeşt jî li dijî kiryarên rejîmê dadikevin qadan

45

 

 

 

MERÎWAN / ROJNEWS

 

 

Gelê Rojhilatê Kurdistanê li dijî zilm û komkujiyên sîstematîk yên rejîma Îranê di çalakiyan de ye. Îro li Merîwanê saet 10:00 û li bajarê Serdeştê jî saet 09:30’an de wê xwepêşandanek  li hember zext û zora dewleta Îranê were lidarxistin.

 

Li gorî çavkaniyên herêmî,  li bajarê Merîwan û Serdeştê  wê dukan û bazar werin girtin û piştgiriya gelê Bane bikin. Wê xwepêşandan di saet 10:00’ê de li ber avahiya qeymeqamiyeta Merîwanê pêk were.

 

Di heman demê de biryare ku îro di saet 09:30’an de li Serdeşt jî bazar û dukan neyên vekirin û gel li qada Sînemayî ya Serdeştê kom bibin.

 

Hêjayî gotinêye ku duh li bajarê Bane xwepêşandanek li hember êrîş û kiryarên pasdarên Îranê yên li hember kolberên Kurd  pêk hat. Di êrîşên herî dawî de  du kolberên Kurd yên 21 û 45 salî bi awayek hovane hatibûn kuştin.