‘Nîvê civakê ne li gel referandûmêne, lê ji tirsa dengê xwe nakin’

50

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Biryare di roja 25’ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê referandûma tê îdakirin ji bo serxwebûnêye were lidarxistin. Ji duh ve jî bi awayeke fermî destûra bangeşeyê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê ve hatiye ragihandin. Wê ev bangeşe 18 roj berdewam bike. Hinek ciwan jî bi fikarin ku di dema bangeşeyên referandûmê de buyer û alozî rû bidin.

 

Têkildarî mijarê ciwanê bi navê Sîver Ehmed ji ajansa me re axivî û got: “Di dema bangeşeyên referandûmê de hewayeke fikrên azadî li holê namîne. Piranî bûyer û tevlîhevî rû didin. Kesên xwedî fikrên cûda hebin jî, tên bêdeng kirin. Di hilbijartinên berê de jî bûyerên kuştinê û gulebarandina ser gel çêbûn. Hinek ji bo partiya xwe çek bikartînin. Ancax di vê navberê de welatî dibin qurban.”

 

 

Ciwanê bi navê Goran Ehmed jî di wê baweriyê de ye ku ev referandûm hizbiye ne netewiye û got: “Komîsyon dibêje, her kî li dijî vê bangeşay netewî be, ewê were cezakirin.”

 

 

Goran Ehmed her wisa diyar kir ku nîvê civaka Başûrê Kurdistanê ne li gel pêkhatina referandûmê ye û got: “Bangeşeya referandûmê wê zêdetir li herêma PDK’ê were kirin. Wê li herêmên din pir kêm û sar derbas bibe. Dikarim bêjim ku nîvê civaka Başûr ne li gel pêkhatina referandûmêye. Ya rastîn li herêma PDK’ê jî nîvê civakê ne li gel pêkhatina referandûmêne ancax, ji tirsa ku werin kuştin, nikarin dijayetiya xwe bînin ziman.”

 

Hêjayî gotinêye ku di hilbijartinên borî de di dema bangeşeyên hilbijartinê de, gelek pirsgirêk, nakokî û şer di navbera alîgirên aliyên cûda de qewimîn. Di wan bûyeran de gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî jiyana xwe ji dest dan.

 

(bz)