Rejîma Îranê ji bo tepisandina çalakiyên rojhilat hêz sewqî herêmê kir

44

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Piştî ku rejîma Îslamî ya Îranê roja 4'ê Îlonê li bajarê Banê ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) kuşt, di serî de li Banê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê dest pêkirin. Ev çalakî di roja sêyemîn de ye. Rejîma Îranê bi rengekî fiîlî  Rewşa Awarte ragihandiye.

 

Rejîm hêz sewqî Kurdistanê dike

 

Li bajarê Banê, piştî çalakiyên duh û pêr, rejîma Îranê tevî ku nav lê nekiriye jî li bajêr bi pêkanînên Rewşa Awarte tevdigere. Rejîm hêza xwe ya leşkerî ya li bajêr zêde dike. Li her devera bajêr wesayitên dewriyê digerin.

 

Li pêşiya Qeymeqamtiya Banê ku gel li ber wê li hev civiyan, gelek pasdar û polîs hatine bicihkirin. Her wisa çalakiya gel a girtina dikanan û bikaraneanîna wesayitan, dewam dike.

 

Merîwan dikan venekirin

 

Li bajarê Merîwan yê ser bi parêzgeha Sine, ji roja destpêkê ya çalakiyan ve rejîmê hejmareke zêde leşker û endamên Îtlaatê (îstîxbarata Îranê) sewqî bajêr kir. Ev sewqiyat dewam dike.

Li Merîwanê dikan girtî ne û hêzeke zêde ya çekdarî li dora Qeymeqamtiya Merîwanê hatiye bicihkirin. Her wisa dewriye jî li nav kolanan digerin.

 

Li Sine xeta înternetê hate birrîn

 

Rejîma Îranê, li navenda parêzgeha Sine ji bo ragihandina gel bibire û nehêle bûyerên li vir diqewime ji cîhanê re bên ragihandin, xetên înternetê birî. Li gelek cihên bajêr înternet venabe, tenê li çend nuqteyan carna xeta înternetê dikişîne.

 

Hêzên rejîmê bi cilên sivîl û wesayîtên reş di nava kolanan de digerin.

 

Li gorî agahiyan, li navçeya Dîwandere ya navbera eyaleta Sinê û bajarê Saqizê, gelek endamên Îtlaatê yên bi kincê sivîl û polîs hatine bicihkirin.

 

Waliyê Sine: Li Bane rewş aram e

 

Waliyê Sinê Ebdulmihemed Zahidî îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdîa kir ku li bajarê Banê yê ku sê roj in çalakî lê tên lidarxistin, rewş aram e. Zahidî îdîa kir ku kesên kolberê bi navê Qadir Behramî û Heyder Ferecî kuştine hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Çima xwepêşandanên pêk hatin?

 

Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, roja 4'ê Îlonê li bajarê Banê kolber Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) kuştibûn û piştî vê komkujiyê gelê Banê li ber Qeymeqamtiya Banê li hev civiya bû û deriyê avahiyê şikandibû.

 

Tevî Banê, li Merîwan, Pîranşar, Serdeşt û Sinê jî bang ji bo çalakiyan hatibû kirin û çalakî zêde bû bûn. Li Banê di çalakiyên duh de herî kêm 5 kes birîndar bûbûn û 10 kes jî hatibûn binçavkirin.

Li hemberî van çalakiyan, rejîma Îranê ji hewa û erdê ve hejmareke zêde ya leşkerî li bajarên navborî bi cih kiribû û di pratîkê de Rewşa Awarte ragihandibû.

 

Kongreya Civaka Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî bi daxuyaniyeke nivîskî bang kiribû ku piştgirî ji çalakiyên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê re bê dayin.

 

Piştî vê bangê, Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li gundê Sawan ê Banê çalakiyek li dijî pasdarên Îranê kirin û di encamê de herî kêm 2 pasdar hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.