Şewba kolera Yemen’ê dîl girt

59

 

 

 

 

Her diçe şewba kolera li Yemenê di asteke tirsnak de berbelav dibe. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li Yemenê ku ji dawiya sala 2014'an û vir ve şerê navxweyî lê dewam dike, şewba kolerayê gihîştiye asteke metirsîdar.

 

Li gorî daxuyaniya WHO'yê ji ber şewbê ji meha Nîsanê û vir ve herî kêm 612 hezar û 703 kes bi nexweşiya kolera ketine. Ev hejmar, li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê hatiye eşkerekirin.

 

Têgotin ku şewba niha li Yemenê belav bûye di nava hemû şewban de şewba herî mezin e. Şerê li Yemenê ku bandore li ser şertên jiyanê dike, têgotin ku bi mîlyonan mirov ji ava vexwarinê, kanalîzasyon û nexweşxaneyan bêpar in.

 

Li gorî agahiyên tam ne zelal û texmînan, heta niha herî kêm 2 hezar kesî ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dane. Ji ber şerê navxweyî jî gelek kes nikarin bên dermankirin.

 

Hat ragihandin, eger şewb dewam bike xetere heye ku mîlyonek mirov pê bikeve.

 

Şerê navbera milîsên Hûsî yên Şîa û yekîneyên ser bi Serokdewlet Mansûr Hadî, sala 2014'an dest pê kir û di destpêka sala 2015'an de paytext Sana kete kontrola Hûsiyan. Hikumeta ku Erebîstana Siûdî û welatên din ên Ereb piştgiriya wê dikin, ji hingî ve li sirgûnê ye.