‘Tişteke dewleta Îranê bide jinan nîne, têkoşîna hevpar pêwîst e’

77

 

 

MIHEMED HESEN-ŞEMAL / ROJNEWS

 

 

Endama Konseya Rêveber a KODAR’ê Şervîn Zîlan têkildarî rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê, hevnegirtina jinên di nava partiyên siyasî û rêxistinan de, rewşa Îranê û herêmê, bersiva pirsên ajansa me da. Zîlan îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar ya jinên Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Divê jin êdî ji bin bandora partiyan derkevin û berê xwe bidin têkoşîneke hevpar û yekgirtî.”

 

Hun rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê çawa dibînin?

 

Bi giştî li Rojhilatê Kurdistanê rewşa jinan zêde baş nîne. Bêkarî di astekî mezin de ye. Bi taybet bêkarî di nava jinan de di asteke jor de ye. Ji ber bêkariyê roj bi roj pirsgirêkên jinan zêdetir dibe û rû be rûyî pirsgirêkan tên. Xwekujî di nava jinan de zêdetir bûye. Dewlet zextên fizîkî û fikrî li ser jinan dide meşandin. Ev şêwazê dewletê nokerî. Dewlet li pişt van kara ne. Ji ber ku dewleta Îranê li ser bingekê çewsandin û netewperestî hatiye damezrandin.

 

Hûn behsa îradeyekî ji derveyî sîstemê dikin. Ev îrade çiqas kariye bandorekî û zextekî li ser van pêkanînên Îranê bike?

 

KODAR pîştgirî li hemû beşên civakê yên rû be rûyê zilmê têne. KODAR sîstema hemû beş û kesên kutêkoşîna wekhevî û azadiyê didine. KODAR sîstemeke alternatîf ya wan kes û aliyên ku sîstema desthilatdariya Îranê û qanûnên wê napejirîneye. KODAR rêya çareseriyê pêşkêşê civakê dike, civak ne bê alternatîf û bêçareye.

 

 

Weke KODAR hûn bi berdewamî îşaret bi zextên li ser jinan dikin. Weke pratîkî we kariye gavek di vê der barê de biavêjin?

 

KODAR her diçe xebatên xwe berfirehtir dike û berbi pêş ve diçe. Di warê hişyarkirin, perwerdekirin û rêxistinkirinê de dixebite. Tirsa dewletê ji vê ye. Ev zext û çewsandina dewletê encamên bêçabûna dewletê ya li hemberî sîstema KODAR'ê ye. Em niha di qonaxa şoreşê û parastinê de ne.

 

Jinên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava rêxistin û partiyan de cih digirin, çiqas yekgirtîne û têkoşîneke hevpar didin?

 

Me weke KODAR  her timî hewldaye ku têkoşîneke hevpar ya jinan birêve bibin û pêşbixin. Ancax yekîtî bi hewldanên yek alî encam nagirin. Divê hemû alî di vî der barî de xwedî hewldan bin. Ya rastîn şermeke mezine ku em Kurd hev negirin û yekîtiya xwe ava nekin. Ji ber li herêma me şerekî mezin heye. Sîstemên desthilatdar jî berbi guhertinê ve diçin. Ev guhertin wê Tirkiye û Îranê jî bigre nava xwe. Pêşengiya yekîtiyê kirin jî erkê jinane. Ji ber hestên netewî û ruhê têkoşînê yê jinan ji yên mêran bi hêztir e.

 

 

Sedemê yeknegirtina aliyên siyasî çiye, yan jî pirsgirêk nebûna sêwanek ya hemû alî têde kom bibe ye?

 

Bi baweriya min sedema ne yekbûna jinên di nava partiyan de cih digirin ewe ku jin hîna jî tam nikare serbixwe tevbigire û dibin bandora hizban de ne. Ev bûye sedem ku xebatên netewî yên jin jî asteng bibin. Divê jin xwe ji vê çarçoveya teng rizgar bikin. Hebûna sêwanekî û platformekî gelek girîng e. Di dema borî de li Silêmaniyê şêwra netewî pêk hat. Hinek alî beşdar nebûn. Ev kêmasiyeke mezin e. Pêwîste partî bi berpirsyariyên xwe rabin.

 

Rêxistina Efûya Navnetewî der barê Zeyneb Celaliyan de raporek belav kir. Gelo evê ji bo çareseriya pirsgirêkên girtiyên jin yên li Îranê jî bike?

 

Ev rapora ku hatiye belav kirin, nîşaneya berxwedana Zeynep Celaliyan e. Celaliyan qet  teslîmî siyaseta rejîma Îranê nebû. Jinên Kurd hem li girtîgehan hem jî li her qadê îro têkoşîneke mezin a bê hempa didin. Ya girîng ewe ku ev têkoşîna tê dayîn di qada navnetewî de kirina rojev e.

 

Ruhanî jin negirt kabîneya xwe ya nû. Hun di vê der barê de dikarin çi bêjin?

 

Dewleta Îranê ne li ser bingeheke wekhev hatiye damezrandin, dewleteke faşîst e. Ew hîmê ku dewlet li ser ava bûye, girîngî bi jinê nade. Ruhanî jî weke namzetekî reformxwaz xwe dide nasîn. Ji ber vê jî di hilbijartinan de hejmareke zêde ya jinan deng dan Ruhanî. Ancax Ruhanî ew sozên xwe yên ji bo jinan ne girt. Sozên wî tenê di bangeşe û axaftinê de man. Ji bo jin bikarin beşdarî her qadeke siyasî û civakî bibin, guhertina sîstemê şert e.  Beşdarî vê hikûmeta heyî bibin jî ti guhertinek ji bo jinan pêk nayê.  

 

Jin dikarin xwe ji derveyî sîstema dewletê bi awayeke serbixwe rêxistin bikin?

 

Pêwîste jin xwe ji derveyî sîstema dewletê bi rêxistin bikin. Pêwîste di warê siyasî, bîrdozî, fikrî de xwe ji dewletê qût bikin. Ji ber ku tişteke dewlet bide jinan nîne. Dewlet nikare ji bo jinan çareseriyê bîne. Pêwîste jin bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin û ji bo çareseriyê bixebitin. Jinên Rojhilat û giştî jinên azadîxwaz, wekhevîxwaz yên Îranî dikarin dibin sêwana KJAR'ê kom bibin û xwe rêxistin bikin.

 

Di dawiyê de peyama we ji bo jinên Kurd û Îranê çiye?

 

Îro li herêmê şoreşek pêk tê. Pergala konfederalîzma demokratîk şoreşeke. Ji hemû pergalan zêdetir deriyê konfederalîzma demokratîk ji bo jinan vekiriye. Jin dikarin beşdarî vê pergalê bibin û îradeya xwe beyan bikin. Ya rastîn divê giştî gelên Îranê vê pergalê jixwere weke rêya çareseriyê bibînin û beşdar bibin.

 

 (ab)