YNK Kerkûk: Referandûm li Kerkûkê pêk were jî, sernakeve

54

 

SORAN MIHEMED / KERKÛK

 

 

Biryare di 25’ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê û herêmên statûya xwe ne diyar li ser nakokî hene de ferandûm were lidarxistin û ji şevê din jî bangeşay referandûmê destpê kiriye. Ancax tevî bangeşe destpêkiriye jî heya vê demê jî aliyên siyasî di derbarê pêkhatina referandûmê de ne hem fikirin.

 

Der barê pêkhatina referandûmê li Kerkûkê ku weke herêmeke nakok tê binavkirin de Cîgirê Berpirsê Şaxê Duyem yê YNK’ê li Kerkûkê Rewend Mele Mehmud  ji ajansa me re axivî û ragihand: “

 

Mehmûd diyar kir ku ew weke YNK li gel pêkhatina referandûmêne ji ber weke mijareke netewî dibînin lê di heman demê de jî got: “Ji bo pêkhatina referandûmê divê pêşbîniyên baş werin kirin. Ji bo referandûm li Kerkûkê were kirin karên qanûnî yên pêwîst ne hatine kirin û pêşbîniyek jî nîne. Niha 20 roj maye ji bo pêk hatina referandûmê. Ev demeke zehf kêm e. Herî kêm divê 6 meh wext ji bo amadekarî û bangeşeyê hatiba dayîn.

 

Rewend Mele Mehmud diyar kir ku ew bawer nake di vê rewşa heyî de refernadûm li Kerkûkê serbikeve û wiha pêde çû:“Referandûm ne karê çepik lêdaneyê ku tu bêjî wele me referandûm çêkir. Eger dixwazin li van herêman di referandûmê de encam bigirin, divê bi netewe û baweriyên cûda yên van bajaran re jî lihevkirinek hebe. Her wisa divê hejmara şêniyên bajêr jî were zanîn.

 

Mehmud pirs kir û got: “Di dema xebatên referandûmê de eger êrîş li van herêman pêk werin, wê gel çawa were parastin û ev êrîş werin têk birin? Nabe ku aliyên siyasî, hizb nêrînên xwe li ser gel ferz bikin.”

 

Cîgirê Berpirsê Şaxê Duyem yê YNK’ê li Kerkûkê Rewend Mele Mehmud di dawiya xwede îşaret bi wê kir ku referandûm hîna jî ji çarçoveyeke hizbî û berjewendiyan derneketiye û got: “Ji ber van sedeman tev ez wer texmîn dikim ku wê referandûm di dema xwede li Kerkûkê pêk neyê. Di dema referandûmê de wê vî bajarî ji nedîtîve werin.”

 

(bz)