Balafirên şer yên Îsraîlê li artêşa Sûrî da: 2 leşker hatin kuştin

46

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriye SANA’êe ragihandiye, balafirên şer ên Îsraîlê ji qada hewayî ya Libnanê çend moşek avêtine çeperên artêşa Sûriyeyê yên Masyafê.

 

Li gorî agahiyên berdest, di encama êrişa balafirên şer yên Îsraîlê de herî kêm 2 leşkerên artêşa Sûrî hatine kuştin û ziyaneke mezin ya aborî jî daye artêşê.

 

Ancax heya niha jî Îsraîl bi awayeke fermî vê êrîşê negirtiye serxwe û ti daxuyaniyek di vê derbarê de nedaye.

 

Hêjayî gotinê ye ku balafirên şer ên Îsraîlê demek berê dîsa êrişî artêşa Sûriyeyê kiribû û di êrişê de leşkerên sûriyeyî hatibûn kuştin.

 

(bz)