Beyan, debara zarokên xwe bi gulfiroşiyê dike

48

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Jina bi navê Beyan Ferec ya temen 43 û nişteciha bajarê Silêmaniyê ciheke çandina gulan û şitlan vekiriye û bi firotina wan debara 4 zarokên xwe xwedî dike. Beyan di temeneke ciwan de ku hevjînê xwe wenda dike, hemû berpirsyariya xwedî kirina zarokan dikeve ser milê wê.

 

 

Beyan Ferec ku niha ciheke xwedîkirin, çandin û her wisa firotina gul û şitlê daran vekiriye, ji ajansa me re axivî û got: “Min di jiyana xwe de gelek karên cûda cûda kiriye. Em jin eger jixwe bawer bin, dikarin ji mêran jî jîrtir bin. Tevî hemû keleman jî min vê cihê şitlan û gulan vekir. Ez zewqeke mezin ji vî karî digirim û bihezkirin dikim.”

 

 

Beyan Ferec her wisa diyar kir ku ew zehf kêfxweşe ku weke jinekî bêyku hewceyê hinek din bibe, bixwe debara xwe bike û di warê aborî de jî xwe bi xwe birêve bibe.

 

Beyan Ferec cinsiyetperestiya li dijî jinê ya di civakê de jî rexne dike û dibêje; “Mixabin di civaka me de hîna jî kêrhatin û hêza jinan di civakê de kêm tê dîtin û weke ya zilam nayê qebûl kirin. Ez kêfxweşim ku hevalên min warê madî û manewî de ji bo serkeftina min a di vî karî de bûn alîkar.”

 

 

Ferec di axaftina xwede îşaret bihêza jinê ya dikare xwe bixwe xwe rêve bibe jî dike û dibêje; “Divê edî jin koletiyê red bikin û ji azadiya xwe têbikoşin û xwe bixwe birêve bibin. Divê çavê wan ne li destê zilam yanjî hinek kesên din be. Ev gotinên min nayê wê wateyê ku ez dijî zilamanim. Tenê dixwazim bêjim ku divê em jin jî weke her mirovek bibin xwedî karê xwe û serbixwe bin.”

 

 

Beyan Ferec rexne li jinên Başûrê Kurdistanê dike ku di karên hevpar de nayê gel hev û wiha pêde çû: “Ruhê hevkarî û kolektîf kar kirinê di nava jinên vir de kêm e. Pêwîste em li dora hev kom bibin û xebatên bi rengê jinê saz bikin. Divê em jinên Başûrê Kurdistanê ezmûnên jinên Kobanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê ji xwere mînak bigirin.”

 

 

 

 

(bz)